PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran piştî civîna îro ya bi seroktiya Cîgirê Serokê PDKê û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokê Goranê Omer Seyid Elî ya li Silêmaniyê daxuyaniyeke belav kirin.
PDK û Goranê ragihand ku nabe proseya avakirina hikûmeta Kurdistanê were paşxistin.
Di daxuyaniya herdu partiyên Kurdistanê de hat diyarkirin, şandên PDK û Goranê bi berpirsiyarî û lihev têgihiştina pirsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê li ser esasê çaksaziyê gotûbêj kirine.
Hat gotin ku herdu aliyan biryar daye lîjneyekê ava bikin li ser beşdarîkirin û pêkanîna hikûmetê bo têgihiştina PDKê û Goranê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku herdu aliyan li ser îdareya xelkê li hev kirine û pêwîst zanîne rêz li îradeya millet bê girtin û hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bê avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin