HSD: Di 24 saetan de 72 çekdar hatin kuştin, 11 şervanan can da
PeyamaKurd - Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye, bîlançoya 24 demjimêrên borî ya şer û pevçûnên başûrê rojhilatê Minbicê belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di şer û pevçûnê rojekê de li derdora Minbicê, 72 endamên komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike hatine kuştin.
HSDê daye xuyakirin ku di nav kuştiyan de çekdarên biyanî jî hene. Herwiha hatiye diyarkirin ku termên 16 çekdaran jî ketine destê hêzên wan.
HSDê destnîşan kir, Tirkiye koma Huras Dîn ya çekdarên Çeçenî, Ozbekî û Tirkistanî li hember wan bikar tîne ku êrîşên dijwar pêk tînin.
Li gorî daxuyaniyê, di encama şer de 11 endamên HSDê jî jiyana xwe ji dest dane.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.