PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku bi piştgiriya hewayî ya Hêzên Hevpeymanî yên Navneteweyî li Şedadiya ser bi Hesekê ve operasyon li dijî Daîşê lidarxistine û di encamê de serkirdeyekî Daîşê kuştine.
Navenda Mafên Mirovî ya Sûriyê (SOHR) jî daxuayndiye ku di pevçûna navborî de, serkirdeyekî Daîşê yê ji Iraqê ku bi bernavkê "Emîr El-Zokaa" dihat nasîn hatiye kuştin.
Li gor agahiyên ku HSDê ragihandiye di wan Operasyonanda 2 endamên Daîşê jî hatine deteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin