PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê rawestandin.
Reutersê bi zarê jêderên Amerîkî û Kurdî belav kir ku HSDê biryar daye operasyonên xwe li dijî DAIŞê rawestîne.
HSDê li ser medya civakî jî ragihand ku 25 balafirên F-16ên Tirkiyê li ser hemû gund û bajarokên sînorî difirin û wan bombebaran dikin.
Çavkaniyên medya Kurdistanê jî radigihînin ku di encama bombebarana Tirkiyê de xelkê gund û bajaran bo parastina jiyana xwe, xwe bi çek dikin.
Li gorî zanyariyên destpêkê heta niha di encama bombebarana Tirkiyê de 2 welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin