PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî ragihand ku pêvajoya qanûnî ya balafirgehên Herêma Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyê temam bûye û firînên ji van deran dikarin dest pê bikin.
Li gor daxuyaniya li ser malpera resmî ya nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê Îbadî hat weşandin, hemû karûbarên qanûnî li balafirgehên Kurdistanê temam bûye û tu astengiyek di vî warî de nemaye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîr Îbadî ferman daye firîn ji van herdu balafirgehan werin destpêkirin lewra hemû kontrolên pêwîst hatine kirin.
Qedexe di 29ê Îlona 2017an de piştî referandûma serxwebûnê dest pê kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin