PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serowezîrê Iraqê yê nû Adil Abdulmehdî pîroz kir û ragihand ku dê welatê wî di her sehayê de desteka Iraqê bike.
Malpera fermî ya serokwezîrtiya Iraqê belav kir ku Pompeo bi rêya telefonê li Adil Abdulmehdî geriyaye û bo danîna hukumeta nû û bawerî sitendina ji meclisê wî pîroz kiriye.
Pompeo û Abdulmehdî bi rêya telefonê behsa têkiliyên dualî û li ser projeyên aborî û xizmetguzariyê rawestiyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin