Îlham Ehmed bo şewitandina ofîsên ENKSê: Divê saziyên pêwendîdar tawanbaran ceza bikin!

Îlham Ehmed bo şewitandina ofîsên ENKSê: Divê saziyên pêwendîdar tawanbaran ceza bikin!

PeyamaKurd - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, derbarê şewitandina ofîsên Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û partiyên bi ser ENKSê de ku herî dawî 24ê Nîsanê car din li Qamişlo ji aliyê koma bi navê Ciwanên Şoreşger ve hatin şewitandin daxuyanî da.

Ehmed di daxuyaniya xwe de bûyera şewitandina ofîsa ENKSê şermezar kir û got, “Ti pêwendiya Rêveberiya Xweser bi şewitandina ofîsên ENKSyê re nîne.”

Îlham Ehmed diyar kir, “Her çiqasî ev bûyer tên dubarekirin, divê saziyên pêwedîdar ên Rêveberiya Xweser van bûyeran bişopînin û di vî warî de lêkolînê bikin û tawanbaran jî ceza bikin.”

'Tohmetbarkirina Rêveberiya Xweser nerast e'

Ehmed herwiha got ku ew tohmetên li ser wan ne rast in û wiha pê de çû: “Tohmetbarkirina Rêveberiya Xweser bi şewitandina ofîsên ENKSê ji rastiyê dûr e. Ji ber ku Rêvebriya Xweser zêde hewl dide ewlehî û aramiya herêmê biparêze, herwiha hemû aliyên siyasî sûdê ji xizmetguzariyan dibînin.”

Hêjayî gotinê ye, ENKSê ragihandiye ku, komeke çekdar ofîsên PDK-Sê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (PYDK) yên li Qamişloyê şewitand û Alaya Kurdistanê ya li ser banê nivîsgeha wan a Tirbespiyê şewitandine.

Li ser bûyerê 25ê Nîsanê Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyeyê şewitandina ofîsên ENKSê şermezar kiribû û hişyarî da Rêveberiya Xweser ku ew bûyer êdî dubare nebin.