Rûsya: Ti kes nizane bê ew mînên li deryayê belav bûne bi ku de çûne

Rûsya: Ti kes nizane bê ew mînên li deryayê belav bûne bi ku de çûne

PeyamaKurd – Rûsyayê li ser mînên deryayê ku ji peravên Ukraynayê li ser Derya Reş û û Derya Azakê belav bûne daxuyanî da û îdia kir ku ew mîn ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hatine danîn.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê İgor Konaşenkov bi daxuyaniyeke nivîskî gotinên Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky yên ‘ew mîn ji bo rêgiriyê li keştiyên biyanî yên bikevin peravên Ukraynayê bikin ji aliyê Rûsyayê ve hatine danîn’ red kir û got, Zelensky ne xwediyê agahiyên rast e.

Konaşenkov gotiye, ji 25ê Sibatê heta 4ê Adarê bi qasî 420 mîn ji aliyê Ukrayna ve li Derya Reş û Derya Azakê hatine danîn û ji ber firtoneyan û kêmasiyên teknîkî jî ew mîn ji xeleka xwe derketine û li nav deryayê kaş bûne.

Konaşenkov daye xuyakirin hejmarek mîn ji aliyê Tirkiyê ve dema hatine dîtin hatine pûçkirin û bibîr xistiye, “Ti kes nizane bê mînên mayî ber bi ku de çûne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin