PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê biryarekî nûh da ku xelkê Ûkraynayê yên ji şer reviyane û li welatên Awrûpayê dimînin, wexta mayîna wan salekî dirêj kir.
Konseya Awrûpayê bi nivîskî ragihandina xwe kir û got ku di civîna wezîrên karên hundir ya YAyê de, biryarê dane ku mayîna Ûkraynayiyan ya li welatên Awrûpayê ji 4ê Adara 2024an heya 4ê Adara 2025an dirêj kirine.
Li gor ragihandina endamê komisyona YAyê ya ji karên hundir berpirs Ylva Johansson; li seranserê Awrûpayê li dora 4 mîlyon kesên Ûkraynî hene û ev jimare demekî dirêje ku zêde nebûye. Çûn û hatina Ûkrayniyan ya rojane yên ku diçin Ûkrayna û yên ji Ûkraynayê derbasî Awrûpa dibin, rojane li dora 250 hezariye.
Hemwelatiyên Ûkraynayê dikarin li welatên Awrûpayê bimînin, zarokên xwe perwerde bikin, ji şertên tenduristiyê fêde bibînin û îqama xwe bistînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin