PeyamaKurd - Li Spanyayê ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) di rojekê de 514 kesên din can dan û hejmara qurbaniyan bi giştî gihîşt 2 hezar û 696 kesan. Hejmara giştî ya tûşbûyan li seranserê cîhanê gihîşt 400 hezar kesan û bêhtirî 17 hezar kesan jî heta niha can daye.
Herwiha li Îspanya hejmara nexweşan jî 6 hezar û 584 zêde bû û derket 39 hezar û 673 kesan.
Herwiha hejmara nexweşan jî 6 hezar û 584 zêde bû û ji 33 hezar û 89an derkete 39 hezar û 673 kesan.
Bi vî awayî di 24 saetên dawiyê de hejmara herî zêde ya mirî û nexweşan hat tomarkirin.
Hejmara kesên li serwîsa bilez tên dermankirin wekî 2 hezar û 636 hat eşkerekirin û hejmara kesên di 24 saetên dawîn de rewşa 439 kesan bû û bo malên xwe hatin şandin. Ligel vê hejmara li Îspanyayê heta 3 hezar û 794 kes ji nexweşiya vîrusa koronayê pak bûne.
Li Îranê 124 kesan can da
Wezareta Tendirustiya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de 124 kesên din li wî welatî bi sedema vîrusa COVID-19 jiyana xwe ji dest dane.
Hejmra kesên ku li Îranê ji ber vê vîrusê canê xwe ji dest dane, bo 1934b kesan bilind bû.
Li gor Wezareta Tendirustiya Îranê, ji duh ve heta îro 1762 kesên din tûşî Koronayê bûne û hejmara tûşbûyên vê vîrusê niha gihîştiye 24, 811 kesan.
Li Iraqê 13 tûşbûyên nû û 1 mirî
Li Iraqê hejmara tûşbûyên bi vîrusa COVID-19 bi awayekê bilez zêde dibe û herî dawî îro 13 haletên nû yên tûşbûnê li wî welatî hatin piştrastkirin.
Haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronaya nû COVID-19 li parêzgehên Necefê hatine tomarkirin.
Fermangeha Tendirustiya Necefê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku li wê parêzgehê 13 kesên din bi vê vîrusê ketine û hejmara giştî ya tûşbûyan li parêzgehê gihîştiye 42 kesan.
Ji wan 42 kesan jî, heta niha 2 kes li Necefê baş bûne û kese jî miriye.
Fermangeha Tendirustiya Necefê daye xuyakirin, zêdebûna hejmara tûşbûyan rêjeyî ye, bi awayekê ku rojane kesek an du kes bi vîrusê dikevin.
Li gor daxuyaniya wê fermangehê, “zêdebûna hejmara tûşbûyan tiştekî erênî ye, ji ber ku em dikarin wan bixin jêr çavdêriyê.”
Herwiha li parêzgeha Musennayê jî kesek ji tûşbûyan îro jiyana xwe ji dest da.
New York di tûşbûyan de li cîhanê bû 6emîn
Tenê li New York a Amerîkayê di rojekê di 4,790 tûşbûyên nû hatin tomarkirin. Hejmara kesên bi vîrusa korona ketine li New Yorkê gihîşt 25 hezar û 665 kesan.
Li Britanya 87 kes mirin
Li Brîtanyayê 1.427 haletên nû hatin tomarkirin û 87 kesan jî can da. Hejmara giştî 8,077 tûşbûyî û 422 mirin.
Hejmara miriyan li Holanda bû 276 kes
Di 24 saetên dawî de li Holandayê 811 tûşbûyên din hatin tomarkirin û 67 nexweşan jî can da. Hejmara giştî li Holandayê bû 5,560 kesên tûşbûyî û 276 kesên jiyana xwe ji dest dane.
Dema ev nûçe hat amadekirin, hîn Îtalya û Tirkiyê amarên xwe yên dawî eşkere nekiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin