PeyamaKurd- Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi tevî tehdîdên Amerîkayê, peymana kirîna S-400an ji Rûsyayê îmze kir. Merasima îmzayê di dema ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin seredana Hindistanê kir çêbû.
Miqdarê peymana navbera her dû dewltan 5 mîlyar dolare. Wê Hindistan hem platforma S-400an ya sîstema parastina hewayî bikire û hem wê Rûsya li Hindistanê 6 santralên nukleerî çêbike.
Amerîka berê hişyarî dabû Hindistanê da sîstema S-400an nekire. Berpirsê Amerîkayê yê ji Hindistanê Schiver ragihandibû ku ew bi endîşe ne Hindistan dewam bike û ji Rûsyayê sîstema parastinê bikire.
Kirîna sîstema S-400an dibe ku bibe sedema Amerîka dorpêçan deyne ser Hindistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin