PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Urmiyê, pasdaranê Îranê li kolberên Kurd reşandin û kolberek kuştin û dido jî birîndar kirin.
Di derbarê bûyerê de di malpera Rêxistina Mafên Mirovan (Hengaw) de daxuyaniyek hate kirin. Li gorî agahiyê, duh hêzên ewlehiya Îranê li ser tixûbê Çaldiranê yê girêdayî bajarê Urmiyê, li kolberên Kurd reşandine. Di encama gulebaranê de kolberek hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Kolberê ku hatiye kuştin, navê wî Nîmet Şehbarî Heyderanlû ye û 30 salî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin