PeyamaKurd - Asayişa Hewlêrê derbarê bûyera teqekirinê ya li xwaringeheke Hewlêrê de ku cîgirê konsûlê Tirkiyê yê Hewlêrê tê de hatiye kuştin, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, îro li xwaringeheke bajarê Hewlêr bûyereke teqekirinê rû da, mixabin bû sedema jidestdana canê karmendekî Konsolxaneya Tirkiyê û Welatiyekî û birîndarbûna welatiyekî din.
Asayîşa Hewlêrê da xuyakirin: "Em di demekê de vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û hevxemiya xwe jî ligel kesûkarê qurbaniyan derdibirînin. Ev di demekê de ye, welatiyên Hewlêrê û bi taybet dîplomatkaran dilniya dikin ku rê nadin rewşa aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê were têkbirin."
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku lêkolîn li ser bûyerê destpê kiriye û dê tawanbar jî bigihin sizaya xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin