Ji bo 16 bajarên bakur hişyariya barana zêde

Ji bo 16 bajarên bakur hişyariya barana zêde

PeyamaKurd - Dezgeha Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 16 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde da.

Dezgehê ragihand ku wê ji danê êvarê şûnve li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Wan, Meletî, Xarpêt, Dêrsim, Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Sêrt, Şirnex û Colemêrg ên Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.

Dezgeha Keşnasiyê her wiha da zanîn ku li bakurê bajarên Serhedê li herêmên ji 2 hezar metreyan bilindtir wê berf û baran bi hev re bibare.

Dezgehê, ji ber barana gur hişyariya lehî, vedana birûskan, ba û bahoz, zîpik û pirsgirêkên trafîkê da.

Saziyê ji welatiyan xwest ku bergiriyên pêwîst wergirin.