"Ji bo ji nû ve hinartina petrolê danûstandinên nû tên kirin"

"Ji bo ji nû ve hinartina petrolê danûstandinên nû tên kirin"

PeyamaKurd – Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins diyar kir ku wê di demek nêzîk de danûstandinên nû ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bên kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa derbarê serdana Sûdanî ya Washingtonê û hewldanên hinardekirina petrola Kurdistanê de daxuyanî da.

Berdevk Caggins bi bîr xist ku Sûdanî û Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser ji nû ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê gotûbêj kirine û got, “Hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Sûdanî bi Serok Biden re geşedaneke baş bû. Her kes dizane ku ji bo her du serokan vegerandina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Tirkiye-Iraqê girîng e. Çend meh berê em ne bawer bûn ku mijara hinartina petrolê di civîna Biden a li gel Sûdanî de were rojevê, lê di hevdîtinê de ev yek jî hat axaftin. Qesra Spî tekez kir ku divê di zûtirîn dem de pirsgirêk bên çareserkirin."

Caggins diyar kir ku "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û heta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî banga ji nû ve destpêkirina pêvajoya hinartina petrolê kirin" û got ku rawestandina wê 14 milyar dolar zirar daye Iraqê.

Myles Caggins diyar kir ku weke APIKUR ji bo peymana nû tiştên pêwîst kirine û got, “Em dixwazin peyman bi vî rengî bimînin. Ger em careke din petrolê bi rêya boriyê re bişînin, divê em bizanin ka wê kî mafên me bide. Em hêvîdar in ku lihevkirinek nû çêbibe."