Ji bo penaberên Girê Spî li Reqayê kampek hat vekirin

Ji bo penaberên Girê Spî li Reqayê kampek hat vekirin

PeyamaKurd – Ji bo koçberên Girê Spî ku piştî êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê hatiye dagirkirin, li Reqayê kampeke penaberan hat vekirin.

Kampa Koçberan a li Til Semînê bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî û hevkariya Meclîsa Kantona Girê Spî, Rêveberiya Xweser a Rojava û Meclîsa Sivîl a Reqayê hat avakirin.

Kampa koçberan a li gundewarên bakurê Reqayê îro hat vekirin û weke destpêkê 11 malbat tê de hatin bicîhkirin.

Hat zanîn ku li Wargeha Koçberan a Til Semînê, ji bo destpêkê100 kon hatine vedan û tê çaverêkirin 500 konên din bên danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin