PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku li gorî texmîna wan li Îranê 25 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine.
Rûhanî ragihand, “Em texmîn dikin heta niha 25 milyon kes bi koronayê ketine. Nêzî 14 hezar kes jî pê mirine.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, 80 milyon serjimariya Îranê heye ku Rûhanî dibêje, xeterî li ser 30-35 milyon kesan jî heye.
Li gorî amarên fermî hejmara pêketan li Îranê 271 hezaran derbas kiriye û di 24 saetên dawî de jî 188 kesan can daye û 2,166 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Li ser ji nû ve zêdebûna pêketiyan li Tehranê hefteyeke din qedexe li ser çûnûhatina cihên cemawerî hatiye ragihandin.
Hêjayî gotinê ye, di lêkolîneke li Kanadayê hatiye kirin jî Îran û Çîn bi belavkirina koronayê li cîhanê û xemsariya bo wê nexweşiyê têne tawanbarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin