Peyamakurd – Liqa 17 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê ku beriya êrîşa DAIŞê ya sala 2014an li Şingalê bû li ser rewşa navçeyê daxuyanî da.
Liqa 17 ya PDKê de da xuyakirin: “Divê rewşa Şingalê asayî bibe û hêzên ne yasayî û qaçaxçî û milîs ji wir bên derxistin. Divê zemîna vegera awareyan were çêkirin û Şingal bo xelkê Şingalê bimîne. PDK êdî nikare li hêviya wê bimîne ku xelkê Şingalê di bin tehdîd û awareyî de bijî û bi qedera wan were lîstin.”
PDKê behsa aloziyên niha yên li Şingalê û hebûna çekdarên PKK û Heşda Şeibî kir û diyar kir, bila her kes bizane hêzên mîna YNK û PKK û artêşa Iraqê ku niha muzayedê dikin, di dema êrîşa DAIŞê de, berevanî li Şingalê nekirin tenê pêşmergeyên PDKê xwîna xwe dan û di şerê azadkirina Şingalê de jî tenê pêşmergeyên PDKê bûn ku xwîna xwe dan.
Di daxuyaniya liqa 17 ya PDKê de li ser êrîş û şerê Cotmeha 2017 hat gotin, “Piştî komploya 16ê Cotmeha 2017 jî, pêşmergeyên PDKê li ser daxwaza xelkê Şingalê û bo ku şer û alozî di navbera xelkê Şingalê de çênebe, ji Şingalê derketin bi şertekî ku xelkê Şingalê bi xwe, xwe birêve bibin lê hikûmeta Iraqê sozên xwe binpê kir û Şingal da destê çekdarên PKKê û milîsên ne yasayî ku karê wan tenê qaçaxçîtî, madeyên hişber û astengkirina vegera awareyan û lîstin bi qedera Şingalê bû.”
PDKê da zanîn, “Her kes dizane PDK li ser daxwaza xelkê Şingalê ji Şingalê derket. Çimkî ew hêza ku li Pirdê û Sihêla difina çekdar û milîsan şikand, dê difina xirabkar û çekdarên qaçaxçî jî bişkanda. Ji bo PDKê, qedera xelkê Şingalê, vegera awareyan û ewlehiya jiyanê bo xelkê mezlûmê Şingalê pêşiya her tiştî ye. Ji xwe xelkê Şingalê vê dizanin û piştevaniyê dikin. Di hilbijartinan de jî ev nîşan dan.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, “Divê rewşa Şingalê asayî bibe û hêzên ne yasayî û qaçaxçî û milîs ji wir bên derxistin. Divê zemîna vegera awareyan were çêkirin û Şingal bo xelkê Şingalê bimîne. PDK êdî nikare li hêviya wê bimîne ku xelkê Şingalê di bin tehdîd û awareyî de bijî û bi qedera wan were lîstin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin