PeyamaKurd – Serokê Ragihandinê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) David C Bannerman, serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber erka wî ya seroktiyê pîroz kir.
David C Bannerman li ser hesabê xwe twitterê Barzanî pîroz kir û Pêşmergeyên Kurdistanê jî silav kir.
Bannerman wiha got: “Serokê nû Rêzdar Nêçîrvan Barzanî gelekî pîroz dikim. Di wezîfeya nû de ya herî baş bo wî dixwazim. Dubare silavê li hêzên Pêşmerge dikim ku bi fedekarî û wêrekiya xwe rêxistina terorîst DAIŞ li Iraqê têk birin.”
Many congratulations to new President H.E. Nechivan Barzani. I wish him all the best and salute again the sacrifice and bravery of Peshmerga forces in defeating ISIS in Iraq https://t.co/8zHwk21M3B @RudawEnglish @Kurdistan @krgeuro@DelavarAjgeiy
— David C Bannerman (@DCBMEP) June 2, 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin