Joe Biden di pêshilbijartinên 9 eyaletan de bi ser ket

Joe Biden di pêshilbijartinên 9 eyaletan de bi ser ket

PeyamaKurd – Kandîdê hilbijartinên seroktiya Amerîkayê yê Demokratan Joe Biden, di pêşhilbijartinên 8 eyaletan û Washingtonê de bi ser ket.

Cîgirê serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama, Joe Biden tekane kandîdê Demokratan e ji bo hilbijartinên seroktiyê ku di Mijdara 2020an de birêve diçin.

Li gorî encamên destpêkî yên pêşhilbijartina kandîdê Demokratan de, Joe Biden li eyaletên Iowa, Montana, New Mexico, Dakotaya Başûr, Maryland, Pennsylvania, Rhode Island, Indiana û Washingtonê bi ser ket ku di hejmara delegeyan de nêzîkî teqezbûna kandîdiya seroktiyê bû.

Biden heta niha dengên 1828 delegeyên Demokrat wergirtiye ku bi 1909 delegeyan dikare kandîdbûna xwe fermî bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin