“Eger Tirkiye S-400 bikire nikare Patriotan bikire”

“Eger Tirkiye S-400 bikire nikare Patriotan bikire”

PeyamaKurd- Hevdîtinên navbera Amerîka û Tirkiyê li ser Sûriyê niha dewam dikin. Li aliyê dinê mijara S-400 an heye ku sîstema parastina hewayiye ku ji Rûsyayê sîparîşa wan hatiye dayîn û wê di payîza pêşiya me de bên teslîmkirin.

Rêvebirekî Amerîkayî ku navê wî di çapemeniyê de nehatiye dayîn weha dibêje:

“Eger Tirkiye ji Rûsyayê sîstema S-400 bikire, dê nikaribe ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire. Şirîkatiya Tirkiyê di balafirên F-35an de dê bikeve talûkê û dibe Amerîka dorpêçan deyne ser Tirkiyê.”

Rêvebirê Amerîkî bo grûbek rojnamevan axifiye û gotiye S-400 û Patriot bi hevre nabin. Fikra Amerîka di vê babetê de ew e ku S-400 bên kirin dê pêvajoya Patriotan raweste û ev fikra Amerîka ye. Rêvebir dibêje Amerîka bi vî awayî du rêyan daye ber Tirkiyê.

Tirkiye di çêkirina balafirên F-35an de ortaxê Amerîkaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin