PeyamaKurd- Ji Siûdî Erebîstanê şandeyeke giregirên karsazan, Kurdistan ziyaret kirin. Şandeya karsazên Siûdiyê bi Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk anîn.
Di derbarê ziyaretê de di malpera Herêma Kurdistanê ya fermî de daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Serokê Odeya Bazirganiya Siûdî Erebîstanê Dr. Samî bîn Abdullah el- Ubeydî, Balyozê Siûdî Erebîstanê yê li Bexdayê Abdulazîz el-Şemerî, Konsolê Hewlêrê Mansur Faysal el-Utebî bûne mêvanê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Şandeya Siûdî Erebîstanê anî zimên ku ew ji ziyareta Hewlêrê gelekî memnûn bûne û Herêma Kurdistanê ji bo razemeniyan herêmeke pir bi îstîqrar û aram e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin