PeyamaKurd – Vê sibê ji Mînska paytexta Belarûsê karwana duyem a ji 430 koçberan pêk tê û li ser sinorê Belarûs û Polandayê asê mabûn, vegeriyan Hewlêrê.
Li gor zanyariyan, şeva borî 176 koçber ji Belarûsê gihîştibûn Herêma Kurdistanê û herwiha hat eşkerekirin ku zêdetirî 700 koçber navên xwe ji bo vegerê nivîsandine.
Herwiha hat eşkerekirin, ku bi sedan koçberên neyasayî bi daxwaza xwe vedigerin Herêma Kurdistanê û vê sibê 430 koçber vegeriyan Hewlêrê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin