KDP: Hinek aliyên siyasî ji hilbijartinê ditirsin!

KDP: Hinek aliyên siyasî ji hilbijartinê ditirsin!

PeyamaKurd- Serokê Lîsteya Hilbijartinê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Hemin Hewramî li ser geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê nêrînên xwe parve kirin.

Hemin Hewramî di televizyoneke Kurdî de axivî û wiha got: “Hatibû îlankirin ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di 30ê Êlûnê de were kirin. KDP dixwaze ku di vê dîrokê de gelê Kurdistanê here ser sandoqan. Niha hinek partiyên siyasî dibêjin bila encamên hilbijartinên herêmî û giştî weke hev werin qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî dibêjin ne hewce ye ku hilbijartin di wextê xwe de werin kirin. Li Iraqê hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Dibêjin heke li vir hilbijartin çêbibe, ev ê ji bo yekîtiya Kurdan ya li Bexdayê zerarê bide. Ji ber ku hinek ji hilbijartinê ditirisin vê yekê dibêjin. KDP dixwaze ku di wextê xwe de gelê Kurdistanê here ser sandoqan.”

Ji xeynî vê jî Hemin Hewramî got ku KDP di nava bajarê Silêmaniyê de jî wê rayên xwe zêde bike.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin