Li bajarê Entabê li ser zarokan pevçûn derket: 6 birîndar

Li bajarê Entabê li ser zarokan pevçûn derket: 6 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Entabê (Gaziantep) li taxa Beydilliyê di navbera 2 malbatên ku mirovên hevin li ser leystika zarokan pevçûn derket û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Di serî de di navbera her dû malbatan de munaqeşe derket û paşî bi tivingên nîçîrê li hev xistin.

Li ser dengê sîlihan dertê, rûniştvanên taxê polîsan ji bûyerê agahdar kirin. Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxanên cuda û rewşa wan ji aliyê mirinê de baş e. Polîsan li taxê tedbîrên tund yên asayîşî girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin