Merkel: Endamên Yekîtiya Awrûpayê ne hemfikrin

Merkel: Endamên Yekîtiya Awrûpayê ne hemfikrin

PeyamaKurd- Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel tevlî Forma Aborî ya Dinyayê bû. Form li welatê Îswîçre li bajarê Davosê birêve diçe. Di formê de Merkel ragihand ku endamên Yekîtiya Awrûpayê di gelek babetan de, ne hemfikrin û divê YA li hemberê mijarên dinyayê bilez bersivan bide û berpirsiyariyê bigre ser xwe.

Merkel ewilî xwe rexne kir û got ku divê bê ji globalîzmê tawîzan bidin, di mijarên navdewletî de divê bilez biryaran bidin û berê rexna xwe da ser populîzmê. Merkel weha got:

“Eger hun bêjin ewilî Amerîka û behsa globalîzmê bikin, kes ji we bawer nake.”

Ev gotin bo Trump hat gotin û di dewama axaftina xwe de Merkel got; bo endazyarê mijarê çêbibe, divê tawîz neyê dayîn û axaftina dewam kir:

“Niha em di sîstema piralî de kêmasiyan dijîn û ev li ser sîstema navdewletî hişyariyeka girîng e. Divê herkes wezîfa xwe bike.”

Merkel behsa avakirina artêşa Awrûpayê jî kir û got ku avakirina artêşa Awrûpa bo NATO yê alternatîv nîne û wê barê NATO yê siviktir bike.

Koçberî û kirîna xazê ji Rûsyayê, mijarên din bûn ku Merkel li ser wan di formê de axifî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin