PeyamaKurd-Hikûmeta Îtalyayê, bi rêya biryarnameyeke nû, dayîna alav û amûrên leşkerî ya di sala pêş de qebûl kir.
Civata Wezîran a Îtalyayê, bi serokatiya Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni de civiya û biryarnameya ku niha alîkariya çekan dide Ukraynayê ku dê di destpêka salê de bidawî bibûya, nirxand.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Îtalyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku piştî civîna wezîran, li ser pêşniyaza Serokwezîr Meloni, Wezîrê Karên Derve Antonio Tajani û Wezîrê Parastinê Guido Crosetto, Civata Wezîran qanûneke ku di nav de qanûnên lezgîn ên ji bo dirêjkirina şandina çekan hene, qebûl kiriye.
Hat diyarkirin ku ji bo Ukraynayê heta 31ê Kanûna 2023yan, biryarname hati dirêjkirin.
Li gorî nûçeyên medyaya Îtalyayê, biryarnameya herî dawî, pêşbînî dike ku ji bo Kievê, pergala moşekên bejahî û asîmanî yên kurt-menzîl bên şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin