PeyamaKurd - Li Navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê 4 karkerên penaber ên li kargerehekê dixebitîn şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. 6 karker jî birîndar bûn.
Walîtiya Stenbolê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê di kargehekkê de şewat derketiye û di encama wêşewatê de 4 karkerên penaber şewitîne û jiyana xwe ji dest dane û 6 kerker jî birîndar bûne.
Walîtiyê da zanîn ku saet di 03.15ê şevê de li taxa Cumhuriyetê li ser rêya Hadimkoy a navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê, agir bi fabrîqaya ku hilberîna malzemeyên plastik dikir ketiye.
Di şewata fabrîqeyê de 4 karkerên biyanî jiyana xwe ji dest dane û 2 karkerên fabrîqeyê û 4 xebatkarên agirkujê birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin