Ozdemir ji hikûmeta Alman pirs kir: Çima Kurdî di sepana Covid-19 de nîne?

Ozdemir ji hikûmeta Alman pirs kir: Çima Kurdî di sepana Covid-19 de nîne?

PeyamaKurd – Parlamentarê Partiya Keskan a Alman Cem Ozdemir, derbarê nebûna sepana Kurdî ya nexweşiya Covid-19 de, pirsnameyek pêşkeşî Hikûmeta Federalî ya Alman kir.

Ozdemir, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand wî pirsnameyek ji bo bersivê bidin pêşkeşî Hikûmeta Federalî ya Alman kiriye û pirsa, “Gelo wê zimanê Kurdî li sepana Covid-19 were zêdekirin ya na?”

Herwiha hikûmeta Alman jî bersiva nerênî daye Ozdemir û gotiye, mesrefa wê sepanê 250 hezar euro ye.

Sepana Covid-19 sepaneke fermî ye û bi milyonan welatiyên Alman tê de tomarkirî ne û herwiha bijardeyên ziman ên Almanî, Îngilizî, Bulgarî, Tirkî, Rûsî, Lehî û Erebî jî tê de hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin