Husên: PKK bûye dardestê wan aliyên fisar dixin ser Herêma Kurdistanê

Husên: PKK bûye dardestê wan aliyên fisar dixin ser Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd -  Di hevpeyvînekê de Berpirsê Mekteba Pêwendiyên Nîştimanî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê ragihand û got, PKK bûye dardestê wan hêzên dixwazin fişarê bixin ser Herêma Kurdistanê û ya ku PKK dike pilangerî ye bo têkdana rewşa sînorî ya Herêma Kurdistanê.

Li gor Berpirsê PDKê Elî Husên ji K24ê re diyar kir, piştevaniya navdewletî ji bo Herêma Kurdistanê heye, lêbelê hinek hêzên navxweyî û derekî dixwazin arîşeyan ji Herêma Kurdistanê re saz bikin û astengiyê bo wan durist bikin.

Elî Husên destnîşan kir, li navxwe de hinek aliyên ku herêmên sunnuyan wêran kirin û bûn sedema kuştina bi hezaran kesan û li başûrê Iraqê jî tu xizmetgiuzarî bo xelkê nekirin, niha dixwazin bi dijayetiya Herêma Kurdistanê, xwe serkeftî nişan bidin.

Herwiha di derbarê êrîşên PKKê yên li ser Herêma Kurdistanê û Pêşmerge, Elî Husên da zanîn, ya ku PKK dike pîlangêrî ye bo têkdana rewşa sînorî ya Herêma Kurdistanê û durisitkirina kêşeyan bo Rojavayê Kurdistanê û hemû aliyekî.

Elî Husên got, PKK bûye dardestê wan aliyên fişar dixin ser Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin