PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzeke leşkerî ya taybet a Iraqê ji derî û navenda Kerkûkê vikişiya.
Malpera Şefeq News a erebî ragihandiye ku îro 22yê Mijdarê lîwaya 61 a taybet a girêdayî encûmena wezîrên Iraqê, ji derî û navenda Kerkûkê vekişiya.
Li gor nûçeyê lîwaya 61 a taybet wê li leşkergeha Keywan were bicihkirin û hêzeke polîsê Kerkûkê li derî û derdora Kerkûkê li şûna wan bê danîn.
Hêza polîs a ku li Kerkûkê were bicihkirin, ji 500 kesan pêk tê û ji hemû netewe û olên cuda yên bajar pêk hatiye ku wezareta navxwe ya Iraqê çek û hemû pêdiviyên leşkerî ji wan re dabîn dike.
Lîwaya 61 a taybet sala borî bi biryara serokwezîr Adil Ebdulmehdî piştî vekişandina hêza dijî teror a Iraqê li derî û derdora Kerkûkê hatibû bicihkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin