Nehistin serokê Perûyê Castillo ji Perûyê here derveyê welat

Nehistin serokê Perûyê Castillo ji Perûyê here derveyê welat

PeyamaKurd – Li welatê Latîn Amerîka li welatê Perûyê Kongre nehişt ku serokkomarê Perûyê Pedro Castillo here derveyê welat û tevlî zîrwa Hevkariya Pasîfîkê ya li Meksîkyê bibe. Zîrwe di 25 ê mijdarê de lidardikeve. Di dengdana kongreyê de 51 kes di lehê de û 58 kes di eleyhiya derketina wî ya derve de dengê xwe dan.

Li gor çapemeniya Perûyê, di derbarê serokê dewletê Castillo de ji 5 dozên ji hev cuda lêpirsîn hene ku 2 ji wan yên bê gelo endamê rêxistina sûca ye an na! Her pêngava Castillo ji aliyê hûqûqî de tê şopandin.

Castillo, xwestibû tevlî merasima destpêkirina wezîfê yê serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro bibe û her weha here bi Papa re li Vatîkanê hevdîtin bike lê kongre daxwaza çûna derveyê welat ya Castillo red kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin