Kurdînî çendîn zahmete, Tirkîtî jî ew çend zahmet e

Kurdînî çendîn zahmete, Tirkîtî jî ew çend zahmet e

Ev gotin ji aliyê mirovekî Tirk de hat gotin ku serokê şaxa partiya CHPê ya bajarê Samsûnê Tufan Akçagöz bû.

Li Diyarbekirê paneleka ku mijara wê “di şertên wekheviyê de jiyana bi hevre” bû, ji aliyê CHPê de hat lidarxistin. Di panelê de axaftina balkêş ji aliyê serokê şaxa Samsunê ji aliyê Akçagöz de hat gotin. Akçagöz weha got:

“Li Tirkiyê mirov Kurd be gelek zahmete ez baş dizanim lê bawer bikin ne hêsane ku mirov Tirk be jî.” Akçagöz balê kişand ser siyaseta înkarê ya di nava Tirkiyê de û got ku divê Tirkiye li ser vê mijarê raweste.

Di panelê de balê kişandin ser mijara taxa Sûrê û gotin ku divê xelkê nava Sûrê dagere malên xwe. Lê Tufan Açıkgöz axafitna xwe weha dewam kir:

“Eger mirov ji dûr ve tiştan bibihîze û were bi çavên xwe bibîne, di navberê de gelek ferq heye. Me di slaytan de didît û gelek parlementerên me hatine vê derê û mijarê birine kursiyên parlementoyê. Lê divê mirov hinek tiştan bike. Berê di dersan de ji me re digotin ku Kurd nîne û ew qewmê Tirk yê çiya ye. Lê dema min Kurda naskir, min dît ku mijar ne rast e. EgerTirkiye pêngavên rast bavêta niha halê Tirkiyê gelek dê baştir bûya.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin