PeyamaKurd – Piştî civîna navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goran hat ragihandin ku dê Tevgera Goran beşdariyê di hikûmeta nû ya Kurdistanê de bike.
Endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar piştî civîna PDK-Goran ji medyayê re ragihand, dê Tevgera Goran beşdariyê li kabîneya hikûmeta nû ya Kurdistanê bike.
Necar daxuyakirin ku piştî civîna 3 saetan, Tevgera Goran beşdariya hikûmetê qebûl kiriye û dê li ser karbeşiya kabîneya hikûmetê hefteya pêş cardin bicivin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin