SOHR: Serê li Îdlîbê her diçe dijwartir dibe

SOHR: Serê li Îdlîbê her diçe dijwartir dibe

PeyamaKurd - Hêzên Hikûmeta Sûriyê herêmên çekdarên Tirkiyê yên li Idlibê topbaran kirin. Her wiha ji du roj in şer berdewam dike.

Do êvarî roja pêncşemê 09.07.2020an da, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir, ku îro şer li eniyên herêma Fitêra ya başûrê Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çekdarên Tirkiyê da derket.

Di heman demê da hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Sifohên, Filêfil, Fitêra yên başûrê Idlibê û her wiha derdora deştê Xabê topbaran kirin.

SOHRê diyar kir ku pêr hêzên hikumeta Sûriyê çekdarî koma Cibha El-Weteniya li herêma Foca 46an li gundewarên rojavayê Helebê hedef girt û ew kuşt, her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê geriyan.

Çekdarên ser bi Tirkiyê jî baregehên hêzên hikumeta Sûriyê li Kefer Nubul a gundewarên başûrê Idlibê û gundê Şûrlîn ê çiyayê Şehşebo topbaran kirin. Endamake hêzên hikumeta Sûriyê jî bi sekvaniyê ji hêla çekdarên opozîyona Tirkiyê ve li eniya şer a Riweyhayê hate kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin