PeyamaKurd- Ajansa Rûsyayê ya bi navê RIA yê nûçeyek belav kir û çavkaniya nûçeya xwe serokê şîrketa Rostecê nîşanda. Li gor nûçeyê; wê Tirkiye û Rûsya hinek perçeyên sîstema parastina hewayî yên S-400an bi hevre çêbikin. Serokê Rostecê Sergey Çemezov di mijara S-400an de hinek agaihyan ragihand. Rostec sermaya wê ya zêde ya dewleta Rûsya ye.
Ajansa Reutersê jî bingeha agahiyên xwe bir ser ajansa Rûsyayê ya TASS ê û got ku li Rûsyayê serokê şîrketa ku alavên sîvîl û leşkerî çêdike, serokê Rostecê Çemezov gotiiye ku Ankara û Moskova bi hevre hevdîtinan dikin da hinek perçeyên sîstema S-400an bi hevre çêbikin. Çenezov weha gotiye:
“Hevdîtinên me bi Tirkiyê re bo hinek perçeyên sîstema S-400an bi lîsans bi hevre bên çêkirin, bi Tirkiyê re dewam dikin. Tirkiye, yek ji şirîkê Rostec û Rûsyayê yê weka miftê ye. Hevkariya Moskova û Ankara ya di seha leşkerî-teknîk de ber bi êrînî de diçe. Em amade ne di warê teknolojiyê de, di serî de dis eha karên hewayî, hilberîna helîkopteran û di warê enerjiyê de hevkariyên xwe fireh bikin. Me teslimata S-400an di çarçoveya daxwaza Tirkiyê de amade kir. Kiryareka weha di dinyayê de gelek kêm e. Teslîmata ewilî ya sîstemê vê mehê hat kirin û em li gor teqwîmê bipêş de diçin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin