PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 765 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 27 kes jî bi wê nexweşiyê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 10ê Mijdarê ya rewşa vîrusa koronayê da daye xuyakirin ji 765 kesê bi vîrûsa koronayê ketine, 346 kes li Hewlêrê, 124 kes li Silêmaniyê, 207 kes li Duhokê û 34 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê, 9 kes li Raperînê ne.
Ji 27 kesên ji ber vîrûsa koronayê can dane jî 6 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.
Herwiha hat ragihandin ku di 24 demjimêran de 593 kes jî nexweşiyê rizgar bûne û çûne nav malên xwe.
Amarên giştî yên Covid-19 li Herêma Kurdistanê wiha ne:
Pêketin: 85828
Mirin: 2709
Başbûn: 53364
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin