Hafter bi fermî bo Fransayê hat vexwendin

Hafter bi fermî bo Fransayê hat vexwendin

PeyamaKurd - Şer û pevçûnên navxwe li Lîbyayê dewam dikin û Serokê hêzên çekdar ên rojhilatê Lîbyayê Xelîfe Hafter ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve bi fermî bo Fransayê hat vexwendin.

Baregeha Çapemeniyê ya Hafterî derbarê vexwendinê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Hafter, li Bingaziyê bi Midûrê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Başur li Wezareta Derve ya Fransayê Christophe Farno re civiya ye.

Hafter û Ferno di civînê de li ser mijara têkoşîna li dijî terorê gotubêj kirine û Ferno vexwendameya Serokomê Fransayê Macronî gihande Hafter.

Di wê hevdîtinê de rayedarê frensî Farno ragihand ku Hafter ji hêla Serokomarê Fransayê  Emmanuel Macron ve bo Fransayê hatiye vexwendin:

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin