Li Silêmaniyê bêhnvedana fermî hat ragihandin

Li Silêmaniyê bêhnvedana fermî hat ragihandin

PeyamaKurd - Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê, ji bo parastina xwendekaran ji vîrusa koronayê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bêhnvedana fermî ragihand.

Hat zanîn ku bêhnvedana fermî perwerdeya dibistanên Helebce, Germiyan û Raperînê jî lixwe digire.

Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Mihemed Emîn got, bi piraniya dengan biryar hat dayîn, ji sibe Çarşemê 26ê Sibata 2020an ve xwendin li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bê rawestandin û bibe bêhnvedana fermî.

Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê jî di civîna rojnamevanî de daxwaz ji welatiyan kir, hevkar bin û rênimayên tenduristiyê li ber çavan bigirin.

Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê ev biryar piştî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ku îro 25ê Sibatê ragihand, li Kerkûkê li ser 4 kesan nexweşîna vîrusa korona peyde bûye, wergirt.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin