PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar û temamên fermandarên cure-leşkerî yên Tirkiyê bi sedema derçûna dibistana Herbiyê ya Lîbyayê çûn Lîbyayê û tevlî merasima derçûnê bûn.
Bi wezîr re serokerkanê Tirkiyê orgeneral Yaşar Güler, fermandarê giştî yê hêzên cendirmneyan, yê hêzên hewayî, yê hêzên deryayî û bejayiyê tev bi hevre bûn.
Wezîrê bergiriyê yê Lîbyayê Selahaddin Nemruş, serokê konseyê Xalid Meşrî û wezîrê karên hundir Fethi Başağa ji aliyê Lîbyayê de tevlî merasimê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin