ÇMMS: Di rojekê de li Efrînê 10 sivîl hatin kustin

ÇMMS: Di rojekê de li Efrînê 10 sivîl hatin kustin

Çavdêrxaneya Mafê Mirovan ya Suriyê (ÇMMS) ya ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku ji ber topbaran û êrîşên hewayî yên artêşa Tirkiyê yên li ser bajarê Efrînê; duh 4 jê zarok tevde 10 sivîl hatin kuştin û 34 kes kî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku ji destpêka operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê heta niha 36 jê zarok, tevde 225 sivîl hatine kuştin. Li gorî daneyên Çavdêrxaneya Mafê Mirovan ya Suriyê; hê jî li Efrînê 300 hezar sivîl hene.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî duh daxuyaniyek da û got ku artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê, gelekî nêzîkî Efrînê bûne, hindik maye ku têkevine nava Efrînê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin