PeyamaKurd – Li paytexta Almanya Berlînê bi hezaran kesan ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê deriyên xwe ji penaberên ku Tirkiye wan wekî şantaj bi ser wan de dişîne re vekin, xwepêşandan li dar xistin.
Di meşa Înîsiyatîfa Seebrucke Berlin de xwepêşanderan diruşmên wekî; “sînoran veke, jiyanê rizgar ke’ qerîyan û polîtîkaya YE ya derbarê penaberan de protesto kirin.
Xwepêşanderan herwiha piştevaniya xwe bo penaberên li sînorê Yûnan kom bûne re nîşan dan û li ser rêgirtina bo penaberan got; “Ev rûreşiya YE ye’, ‘Deriyan vekin’ û ‘Ev ne Ewropaya em dixwazin e’.
Tirkiyê hefteya borî bi sedema şer û aloziya li Idlibê, deriyên xwe ji penaberan re vekiribû û bi hezaran penaberên Sûriyê û welatên din herikîbûn sînorên Yûnanistanê ku Ewropa ji sedema şantaja Tirkiyê naxwaze deriyan ji wan re veke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin