PeyamaKurd - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, 19 kesên ku bi hinceta endamtî û piştgiriya PKKê hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehê hatin girtin.
Roja 8ê Berfanbara îsal li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê operasyoneke berfireh ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibû destpêkirin û di wê operasyonê de 21 kes bi hinceta endamtî û alîkarîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatibûn desteserkirin.
Pêvajpya dadgehkirina wan kesan her li bajarê Amedê birêve çû. Dadgeha Amedê 2 ji wan girtiyan bi mercê kontrola edlî berdan û di derbarê 19 kesên din de jî biryara girtinê da.
Ji aliyekî din ve, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihandiye ku di wan operasyonan de endam û rêveberên wan bi hinceta endamtiya PKKê têne girtin û armanca wan operasyonan jî lawazkirina HDPê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin