PeyamaKurd - Li seranserê navçe û bajarên Kurdistanê kesên di Komkujiya Helebce de jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn û komkujî hat lanetkirin.
Li gelek navçe û bajarên Kurdistanê , bi boneya 31’emîn salvegera Komkujiya Helebce ya di16’ê Adara 1988’an de ji aliyê hêzên rejîma Iraqê ve bi çekên qedexekirî yên kîmyewî û jehrdar komkujiyeke mezin li ser gelê Kurd ê sivîl ên Helepce pêk hat, çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Di saeta ku komkujiya Helebce pêk hat de, ango saet 11:00’an de li navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê jiyan rawestiya.
Nûnerên aliyên siyasî yên Kerkûkê li ber Keleha Kerkûkê kombûn û şehîdên Helebceyê bi bîranîn.
Koma Hunerî ya Estêreyan li Germiyan rêze çalakiyek şanogerî li hola Werzîş û Lawan a Germiyanê li dar xistin.
Li bajarê Hewlêrê jî, bi heman awayî rêze çalakî hatin lidarxistin. Bi rêya şanoyê li ser şeqaman behsa êşa jinên Êzidî û sûcên kîmyabarana Helebceyê hat kirin. Piştî wê jî bajar 5 deqeyan bêdeng bû.
Di nava bazara navçeya Ranya de jî 5 deqe jiyan rawestiya û şehîdên Helebceyê hatin bîranîn.
Li Sîdekanê jî, li ser kîmyabarana Helebce şano hatin nîşandan û şehîdên Helebcê hatin bi bîranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin