PeyamaKurd – Baxçeyê ku ji aliyê şaredariya Cizîrê ve li perava rûbara Dicleyê hatibû çêkirin û goristana bajêr ji aliyê hin kesên nenas ve hat şewitandin.
Li gorî zanyariyan, baxçeyê ku bi dirêjiya 500 metroyî li ber perava çemê Dicleyê ji bo bêhnvadana şêniyên bajêr ji aliyê Şaredariyê ve hatibû çêkirin û goristana Cizîrê ji aliyê hin kesên nenas ku nehatine tesbîtkirin ve hatiye şewitandin.
Di bûyera ku doh êvarê qewimîye de, li gorî çavkaniyên herêmê baxçeyê li kêleka çemê Dicleyê ziyaneke mezin dîtiye û bi temamî şewitî ye.
Hîn ti daxuyaniyek derbarê berpirsên agir berdanê de nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin