PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên dawî, li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê du kesên temenê wan 63 û 78 salî ji nexweşîya Covid-19 can dan û hejmara kesên ji vîrusa korona li Diyarbekirê can dane gihîştiye 19 kesan.
Hat zanîn ku herdu kesên temenê wan 63 û 78 salî şevê din li nexweşxaneyeke Diyarbekirê dema tedawî dibûn wefat kirine.
Kesê 78 salî li nexweşxaneyeke taybet dihat dermankirin, kesê 63 salî jî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dicle di beşa venêrîna hûrî de ji Covid-19 dihat dermankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin