Li Erxeniyê otobus li pîremêrekî xist û jiyana xwe ji dest da

Li Erxeniyê otobus li pîremêrekî xist û jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Erxeniyê otobusa ku xebatkarên leşkerî yên hebsê hildigirt, li ser rêya Erxeniyê li taxa Şirinevlerî li zilamê ku ji rexekî rê diçû rexê din, xist. Zilamê bi navê Osman Güzel (77) li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Cenzaê Osman Güzel ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya Erxeniyê.

Otobus ji Erzincanê diçû Rihayê. Li ser bûyerê lêpirsîna polîs dewam dike.