PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li Herêma Kurdistanê 10 kesên din ên testa wan a Covid-19 pozîtîv derketiye hatine tomarkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya îro 27ê Adarê di dema 24 demjimêrên borî de, 10 haletên din yên tûşbûnê bi vîrusa korona li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, ku zêdetirîn halet li Dihokê hatine tomarkirin.
Heta niha hejmara kesên Covid-19 li Herêma Kurdistanê gihîşt 113 kesan ku 39 jê baş bûne û 2 jî mirine.
Ragihandina Wezareta Tenduristîyê wiha ye:
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîyê bo korentînekirin, vedîtin û pişkinîna helgirên evê Vayrosê rojane berdewam in, bi vê yekê jî:
Hejmara hevwelatîyên di korentînekirî, 5,144 hevwelatî bûn e, li 34 cihên cuda. Niha tenê 1,651 hevwelatî di korentîneyê de mane: 700 li Hewlêr, 275 li Silêmanîyê, 566 li Dihok, 42 li Helebce, 9 li Germiyan, 39 li Raperîn, 20 li Koye û 3,493 hevwelatî jî, ji korentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe; piştî ku dema dû hefteyan di korentîneyê de temam kirin e. Di 24 demjimêrên burî de, hejmareka din ji hevwelatîyan hetine korentîne kirin ku tevaya hejmara wan 94 hevwelatî ne.
Di dema 24 demjimêrên burî de, 477 pişkinî hatine encamdan. 311 li Hewlêr, 99 li Silêmanîyê, 67 li Dihok.
Di encam de 10 tûşbûyên nû hatin tomarkirin bi vî awayî:
Tevaya helgirên Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê (113) halet in û di nav wan de, dû haletên mirinê hene û 39 nexweş jî çêvebûn e û tevaya tûşbûyên din li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo tîmên pizîşkî, ku di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi ti awayekê neçin derve û di malên xwe de bimînin û pabend bin bi rênimayên tenduristîyê; daku nebin berkevtîyên kesên din û di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla gerim a hejamre 122 bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
27ê/Adarê/ 2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin