PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa Kovid-19 ê ya li Kurdistanê ragihand. Li gor ragihandinê 4 nexweş bi sedema Kovid-19 ê wefat kirine û testên 24 kesan posîtîv derketine. Rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê weha ye:
106.419 test heya îro posîtîv derketine.
3.545 nexweş heya îro wefat kirine.
101.250 nexweş heya îro baş bûne
4 nexweş îro wefat kirine.
24 nexweş îro testên wan posîtîv derketine.
335 nexweş îro baş bûne.
4 nexweşên wefat kirine li Duhokê û Silêmaniyê wefat kirine. Kesên testên wan posîtîv derketine li Hewlêrê 3 kes, li Silêmaniyê 2 kes, li Duhokê 16 kes û li Germiyanê 3 kesin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin