Li Herêma Kurdistanê îro sala nû ya perwerdehiyê destpê dike

Li Herêma Kurdistanê îro sala nû ya perwerdehiyê destpê dike

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê îro sala nû ya perwerdehiyê destpê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistaneke qezaya Berdereşê beşdarî merasîma lêdana zengila sala nû ya perwerdehiyê dibe.

Li gor Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, îro di saet 08:00an de, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengila destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê 2022-2023 li dibistana Eylûl li qezaya Berdereşê tê lêdan.

Herwiha li gorî rênimayên Wezareta Perwerde, sê rojên destpêkê yên dewamê, taybet in nasîna xwendekaran bi polên wan û danîna xişteya waneyan û di sê rojên destpêkê de wane taybet in bi:

- Hezkirina Kurdistanê û pêşxistina kultura pêkvejiyanê.

- Hişyarî û dayîna zanyariyan li ser aliyên nerênî yên bikaranîna çek û amûrên tûj.

- Parastina jîngehê û avê, wek samenekî niştimanî û awayê baş ya bikaranîna wê.

- Çawaniya bikaranîna teknolojya û amûrên elektironîk û dûrketina ji aliyên wê yên xerap.

- Xwendekar ji bilî sûdwergirtina ji van rênimayîyan, pêwîst e sûdê ji waneyên werziş û hunerê jî werbigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin